Doktorên Ji Bo Mafên Mirovan Îsraîl (PHRI) ragihand ku di dema şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê de, zêdebûneke pir di hejmara Filistîniyên ku li navendên binçavkirinê jiyana xwe ji dest dane, hatiye dîtin.
Li gorî rapora ku roja duşemê hat weşandin, ji cotmeha 2023’an vir ve herî kêm 94 girtiyên Filistînî mirine. Piraniya wan ên ku jiyana xwe ji dest dane xelkê Xezeyê ne, her wiha hat gotin ku 26 kes jî ji Şerîeya Rojava ne an jî hemwelatiyên Îsraîlê ne. Rêxistinê diyar kir ku ew bi taybetî ji bo hejmara rastîn a mirina girtiyên ku ji Xezayê hatine anîn, ku dibe ku "gelek zêdetir be", fikaran dikişîne.
PHRI, her wiha rêveberiya Îsraîlê tawanbar kir ku bi awayekî sîstematîk û bêceza, muameleya nebaş li girtiyên Filistînî dike.